Dronên Tirkî, 3 karkerên embarên genim birîndar kirin

Dewleta Tirk êdî, bi dronan êrîşî sivîlên Lîbyayê dike.

Droneke Tirkî embareke genim li başûrê Terablusa paytext kir armanc, di encamê de 3 karker birîndar bûn.

Droneke din jî kamyonên sotmeniyê ku petrol ji deverên rojavayê Lîbyayê re dibirin, li nêzî bajarê Benî Welîd kir armanc.

Li gorî agahiyan, ji ber ajokarên kamyonan li rawestgehê bûn, ji vê êrîşê filitîn.

Li vir jî, ku dewleta Tirk weke aliyekî şer e, agirbesta NY a ji bo rûbirûkirina Coronayê binpê dike.

Duh Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku komên çete her dezgeh û avahiyên sivîlan dikin armanc.

Girêdayî mijarê, Komîteya Şopandinê ya Navdewletî ya bo Lîbyayê, bang li hemû aliyên şer kir ku agirbestê bi cih bînin.

Back to top button