Şandeya Parlamentoya Ewropayê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya û diyar kir ku ew ê nameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin Parlamantoya Ewropayê.
Şandeyek ji Parlamentoya Ewropayê li navçeya Amûdê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa herêmên dagirkirî, binpêkirinên qanûn û peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin nîqaşkirin.
Endamê komîteyê Ciwan Sîno ji şandeyê xwest ku dimildest destwerdanê bike û li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker helwesteke xurt nîşan bide û got:
“Me gelek rapor û belgeyên têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, ji rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê re şandine, lê heta niha ti bersiv nedane.”
Nûnera Partiya Kesk a Almaniyê ya di Parlamentoya Ewropayê de Catherine Langensien كاثرين لانجينسيا soz da ku ew ê nameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin Parlamentoya Ewropayê.
Her wiha Langensien diyar kir ku ew ê van mijarên hatin bi bîr xistin jî nîqaş bikin.