Li Arjantînê tûra 1.a hilbijatina serokomariyê bi dawî bû

Li Arjantînê tûra yekem a hilbijatina serokomariyê ku bi dawî bû bi xwer suprîzek anî.
Di hilbijartinê de Wezîrê Aboriyê yê Arjantînê Massa, tevî ku di rapirsiyan de di rêza duyemîn de xuya dikir, herî zêde deng girt.
Hevrikê wê Javier Milei jî ku xwe weke serketî nîşan dida negihîşt armancê xwe û di rêza duyemîn de cihê xwe girt.
Arjantînî niha ji bo tûra 2. wê dîsa biçin ser sindoqan.

Li Arjantînê tûra yekem a hilbijatinên serokomariyê bi dawî bû.

Di hilbijartinê de Wezîrê Aborî yê welêt Sergio Massa surprîzek mezin kir.

Wezîrê Aboriyê yê Arjantînê sergio massa herî zêde deng girt

Massa di tûra yekem a hilbijartina serokomariyê ya Arjantînê de bû yekemîn.

Vê encamê nîşan da ku dengdêran nexwest kursiyê radestî Javier Milei bikin.

Milei di propaxandaya hilbijatinê de soz dabû ku ew ê bi tevahî polîtîkayên neteweyî biguhere.

Lê Milei yê ku di rapirsiyê de li pêş xuya dikir nekarî di tûra yekem a hilbijartinan de bighêje armanca ku dixwast.

Lêbelê, Massa ku niha wezîrê abori yê welête, karî bighêje serketineke mezin.

Wî bi gotinên xwe yên nermtir daxwaza wekheviya civakê dikir.

Lewma karibû bala hilbijêran bikşîne ser xwe û di tûra yekem de ji sedî 37’ê dengan bi dest bixe.

Di tûra yekem ku 35 milyon dengdêr çûne ser sindoqan de, Milei karibû ji sedî 30’ê dengan bigire.

Lê ji ber ku yek ji namzedan nekarî benda ji sedî 45 dengan derbas bike, wê hilbijartin careke din were lidarxistin.

Tûra 2. a hilbijartinan di meha Mijdarê de wê bê lidarxistin

Çav lê ye ku hilbijartin tûra duyemîn di dawiya meha Mijdarê de were lidarxistin.

Namzedên ku tevîl hilbijartinan dibin li ser başkirina rewşa aboriya welata pesnê xwe didin.

Ji ber ku di nava 20 salên dawî de welêt nava kirîzeke aborî de ye.

Her wiha asta bêkarîya ciwana jî rewşa li welêt xirabtir kiriye.

Lewma hilbijêr bi hêviya baş bûna rewşa welêt diçin ser sindoqan.

Li Arjantînê amadekariyên hilbijartina serokomariyê

Back to top button