Balyozxaneya DYA ya li Bexdayê rastî hewldana êrîşa bi balafirên bê mirov hat

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka li Bexdayê û Baregeha Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ya li Eyn Esed ya Îraqê, bi muşekan hatin armacgirtin.

Çavkaniyên Ewlekariyê bi Ajansa Rutersê re parve kirin ku şevê din hewldana bombebarana balyozxaneya DYA ya li Baxdayê hate kirin.

Hat ragihandin bêyî ziyanên canî çêbibin, drona bombebarkirî, beriya bighêje balyozxaneyê hate xistin.

Careke din Bargeha Koalîsyona navdewletî ya li Eyn Esed hat hedefkkirin

Her wiha hemwextê êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê, Baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li DAIŞ`ê ya li Eyn El-Esed a parêzgeha Enbar jî rastî êrîşa bi 3 mûşekan hat.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî Wayn Marato da diyarkirin ku hersê muşek li derdora bargeha Koalîsyonê ketin lê Derbarê ziyanan de tu agahî nehatin parvekirin.

Back to top button