Dadgeha Pakistanê Xan bi sûcê “eşkerekirina sirên dewletê” tawanbar kir

Dadgeha Pakistanê di mijara eşkere kirina sûcên serokwezîrê berê Îmran Xan û wezîrê derve yê berê Şah Mehmûd Qureşî de nêzî biryarên dawî dibe.
Dadgehê di rûniştina herî dawî de Xan û Qureyşî bi binpêkirina Qanûna Sirên Dewletê tawanbar kir.

Li gorî nûçeyên Pakistanê rûniştina doza ku Qureşî û Xan tê de dihatin darizandin li Girtîgeha Adiala ya Rawalpindî pêk hat.

Dadwerê Dadgeha Taybet bi fermî serokwezîrê berê yê Pakistanê Xan û wezîrê berê yê derve Qureşî, ji ber “eşkerekirina sirên dewletê” tawanbar kir.

Lê Xan û Qureşî van sûcn qebûl nakin.

Dadgehê runiştina wê bê taloqî 27’ê Cotmehê kir.

Îmran Xan di 5’ê Tebaxê de ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.

Piştre jî dadgehê biryara girtinê der barê wî de dabû.

Xan ê ku di çarçoveya dosyaya gendeliyê de dihate darizandin bi 3 sal cezayê girtîgehê hatibû ceza kirin.

Lê ev biryar di 29’ê Tebaxê de hat taloqkirin û biryara tehliyeya Serokwezîrê berê hatibû dayîn.

Lê belê di 30’ê Tebaxê de dadger Ebul Hasnat Zulkarneyn li ser daxwaza dozgeriyê dema binçavkirina Xan dirêj kir.

Wezîrê Karê Derve yê berê Qureşî jî di 19’ê Tebaxê de li mala xwe hat girtin û ji ber heman sedemê şandin girtîgehê.

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Xan hate girtin

Back to top button