Serokwezîrê berê yê Pakistanê Xan hate girtin

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan hat girtin.
Xan yê di dema erka serokwezîtiyê de bi bertîlxwarinê dihat dadgehkirin, 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Li gor medya Pakistanê, dadgehek ya Pakistanê sê sal cezayê girtîgehê li Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Îmran Xan birî.

Hat gotin sedemê cezakirina Îmran Xan ewe ku bi awayek neyasayî diyariyên ku ji bo dewletê hatibûn dayîn, di navbera salên 2018-2022’an de firotiye.

Piştî biryarê ekîba Xan xwe amade dike ku îtîrazê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di 10’ê Nîsana 2022’yan de piştî civîna 14 saetî ya parlementoya Pakistanê, bi dengê 174 parlementeran biryar hat girtin ku bawerî ji serokwezîrê welat were standin.

Di dîroka Pakistanê de yekem car bû ku parlementoyê bawerî ji serokwezîrê welat wergirt.

Back to top button