Çeteyan ji Girê Spî 15 penaber girtin

Dewlet Tirk a dagirker penaberên Sûrî ên ku li Tirkiyê ne, bi darê zorê wan dişîne herêmên dagirkirî.
Çeteyên li Girê Spî 15 pernabên ku hewl didan xwe bigihên herêmên Rêveberiya Xweser, girtin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de veguhastina penaberên sûri yên li Tirkiyê bi darê zorê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, zêdetir kiriye.

Tenê di 3 mehên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker nêzî 2 hezar penaberên sûriyeyî li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Çeteyên ‘Polîsa Leşkerî’ 15 penaberên sûrî li gundê Eywa yê Girê Spî li nêzî rêya M4’ê girtin.

Penaberên hatine girtin, ji Tirkiyê bi zorê ber bi herêmên dagirkirî ve hatibûn şandin û ji bo girtîgeha Girê Spî hatibûn veguhastin.

Penaberan dema hewl dida ji wan herêman, xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser, lê hatin girtin.

Ev ne care yekê ku pernaber ji aliyê çeteyan ve têne girtin û gulebaran kirin.

Di meha borî de jî, 3 pernaberên Sûrî dema hewl dida xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser bi guleyên Ehrar El Şerqiyê birîndar bûn.

Tamir El Şemerî: Şandina Sûriyeyan ji Tirkiyeyê sêc e

Back to top button