Darbekarên Nîjerê ji Wagner alîkariyê dixwazin

Li Nîjerê piştî darbeyê rewş tam aloz bûye.
Welatên Yekîtiya Aborî ya Rojavayê Afrîka ragihand ku ew li ser planeke bo Nîjerê gihiştine lihevkirinê.
Di nava vê planê de, destwerdana leşkerî jî heye.
Artêşa darbekaran jî ji bo alîkariyê bi koma Wagnerên Rûsî re ketiye nava têkliyê.

Rêveberiya darbeyê ya li Nîjerê ku Fransaya berê ya kolonyalîst red kir, berê xwe daye Rûsyayê.

Serokê rêveberiya derbeyê li Nîjer General Saligou Mody, ragihand ku di serdana xwe ya welatê cîran Malî de, bi koma çekdarên Rûsî Wagner re têkilî danî.

Sê çavkaniyên Malî û dîplomatekî Fransî hevdîtin piştrast kirin.

Yên ku li dijî daxwaza alîkariyê ya rêveberiya darbeyê ya ji Rûsya û Wagner derdikevin ji rewşê bi fikar dişopînin.

Ji aliyeke din ve xelkê Nîjerê ku gazinan ji bilindbûna biha û kêmbûna pereyan dikin, ji peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî bifikarin.

Nîjer ya li herêmeke ku di nava salên dawiyê de darbe lê pêk tên de weke kelha herî bihêz ya welatên Rojavayî dihat dîtin.

Li Nîjerê 1,500 leşkerên Fransî, 1,100 leşkerên Amerîkî hene.

Amerîka plana piştevaniya hikumeta Nîjer eşkere kir

Amerîka bi sedê milyon dolarî alîkariya leşkerî di şerê li dijî komên tundraw yên li herêmê de pêşkêşî Nîjer kiriye.

Her dawî Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken doh ragihandibû ku hikumeta Amerîka dê hin bernameyên alîkariyên derve yên ji bo Nîjerê rawestîne, lê dê alîkariya mirovî û xwarinê bidomîne.

Li gorî çavdêrên siyasî, rêveberiya darbekar a Nîjerê ji Frans dûr ketiye û berê xwe daye Rûsyayê.

Alîgirên darbeyê bi hildana ala Rûsî bertekên xwe yên li dijî Fransa nîşan dan.

Ji bo darbekaran kêmî 24 saet dem ma

Rêveberên darbekar yê serdana Malî kirî têkildarî gefên ECOWAS ê bertek nîşan da û got:

Ji bo Nîjer nebe Lîbyaya nû ew ê hemû tiştê pêwist bikin.

Bloka herêmî ya ku bi navê ECOWAS tê zanîn ji bo serbestberdana Serokê welat Mihemed Bazûm heta Yekşemê dem dabû darbekaran.

Fransa: Dema bidawîkirina darbeyê hatiye

Wezîra Karê Derve ya Fransa Catherine Colonna jî piştevaniya welatê xwe ya ji bo biryara ECOWAS ragihand û banga azadkirina Bazûm û hemû endamên hikumetê yên girtî kir.

Colonna îro di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Êdî darbe ne guncaw in. Dem hatiye ku dawî li vê were.”

Cûntaya ku bi derbeya bêxwîn a 26’ê Tîrmehê li Nîjerê desthilatdarî bi dest xistibû, di 45 salên dawî de peymanên hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re betal kiribû.

Nîjer hevkariya leşkerî ya li gel Fransa bidawî kir

Back to top button