QSD`ê bi daxuyaniyeke encamê şerê 24 saetên dawî eşkere kir û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êriş û tevgera xwe ya dagirkeriyê didomîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li êniya Til Temir artêşa tirk a dagirker di bin balafirên keşfê de teqwiyeke mezin anî gundên Inq El-Hewa û Til Mihemed û êrîş bir ser herêma nêzî Til Mihemedê.
QSD’ê da xanîn ku li êniya Eyn Îsa jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî di nav li û tevgerê de bûn da ku êrişên xwe berfireh bikin.