PYD’ê li ser gora Şemsedîn Mele Îbrahîm bi merasîmekê ew bi bîr anî

PYD’ê di 40 rojiya wefata kesayetê welatparêz û Endamê Meclisa Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm li ser gora wî bi merasîmekî bibîranî.
Di merasîmê de endamê meclisa giştî ya PYD’ê Mustefa Ehmed axivî û soza şopandina rêya wî da.

Kesayetê welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm ku bi navê Bavê Ciwan tê naskirin 13’ê Nîsana borî di encama kirîza mejî de, jiyana xwe ji dest da.

PYD’ê ji bo 40 rojiya Şemsedîn Mele li goristana sivîlan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de endamê meclisa giştî ya PYD’ê Mustefa Ehmed axivî û Şemsedîn Mele bîr anî.

Kurê Şemsedîn, Ciwan Mele Îbrahîm ji televizyona me Ronahî re axivî û behsa bavê xwe kir.

Şemsedîn Mele Îbrahîm bi têkoşîn û hezkirina ji doza gelê xwe re dihat naskirin û zêdetirî 50 salî têkoşiya.

Di salên 80’yî dema ku Şemsedîn Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir li Rojava xebatê siyasî û civakî meşand.

Piştî damezirandina PYD’ê di sala 2003’an de tevli nava refên partiyê bû.

 

Back to top button