Hêzên Ewlekariya Hundirên li Herêma Cizîrê û Firatê cejinên Buharê bi şahiyan pîroz kirin.
Hêzên Ewlekariyê eşkere kirin ku ewê têkoşîn û berxwedan li dijî hêzên tarorîst û dagirkir dewam bikin, ewlehî û destkeftiyên civakê biparêzin.
Li herêmê di werza Buharê de cejina Newrozê, Ekîto, Çarşema Sor û rojbûna Rêber Abdullah Ocelan tên Pîroz kirin.
Navenda Giştî ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Cizîr û Firatê bi şahiyan pîroz kirin.
Li Herêma Cizîrê şahî li Satada 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di şahiyê de bi sedan ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên herêma Cizîrê amede bûbûn.
Di çalakiyê de Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî.
Piştî axaftinê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bi xelatekê kedên Hêzên asayîşa Cizîrê pîroz kir.
Şahî bi bi stran û gerandina dîlanê bi dawî bû.
Li Herêma Firatê jî Şahî bi beşdariya bi sedanên endamên Hêzên Asayişa herêmê hate lidarxistin.
Di şahiyê de endama Rêveber a Hêzên Asayişa Herêma Firatê Sozdar Şêxo aixvî û teqez kir ku wê soza ku dane dewam bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Şahî bi stran û şanoyê bi dawî bû.