Malbatên Şehîdan yên Tebqa radestkirina Harûn Elbak şermezar kir

Bertekên li dijî radestkirina Heval Harûn zêde dibin.
Malbatên şehîdan û dayîkên gerîla îxaneta li dijî gerîla Harûn Elbak hatiye kirin û radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û soza şopandina rêça wî dan.

Li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê gerîlayê HPG’ê Selîm Adiyaman bi nasnav Harûn Elbak ji aliyên komek sîxûran ve het girtin û ew radestî dewleta Tirk kirin.

Gelê kurd li dijî vê hêrsa xwe nîşan da û bang kirin ku divê sûcdarê bên darzandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Tebqayê der bar radestkirina gerîla Harûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin gerîla Harûn gelê xwe diparast, ji bo azadiya gelan tê dikoşî, lê bi destê xayînan hate girtin.

Her wiha meclisê diyar kir ku divê gel li hember xayînan hişyar be, hevgirtî be, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêze.

 Dayikên Gerîla: Her dayikeke Kurdistanê dayika harûn e

Têkildarî mijarê, dayikên gerîla yên Kobanê jî daxuyaniyek da.

Dayikan di daxuyaniya xwe de wiha gotin.

“Divê navê Kurd li wan cerdevanan neyê kirin.

Ew xayin û xwediyên nefsên lawaz in û xwe difiroşin dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaza Kurdan li her derê tune bike.

Her dayikeke li Kurdistanê dijî, dayika gerîla Harûn e. Heta ku Harûn azad dibe, em ê li pişt wî bin.”

“Radestkirina Gerîlayan sûcekî mezin e”

Back to top button