Malbatên girtiyan nerazîbûn nîşanî radestkirina gerîlayê HPGʹê Harûn Elbak da û got:
“Radestkirina gerîlayan sûcekî mezin e û xiyanetek li doza Kurdan e.”
Dayika girtiyê bi navê Selîm (Rêber) Sedîqa Mamîd Reşo got:
Xiyaneta li gerîlayên HPG’ê dijmantî li doza Kurdan e.
Xiyanet û dijmantî yek in, radestkirina gerîlayên ku me diparêzin sûcekî mezin e.”
Aytan Reşo xwişka girtiyê bi navê Mihemed Reşo (Fuad) e jî got:
“Dîrok xwe dubare dike, berî 7 salan xayînan birayê min radest kir û îro jî ew Harûn Elbak radest dikin.ʹʹ
Aytan destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê ji bo azadiyê têdikoşin.
“Em qebûl nakin ku aqubeta kesên mîna birayê min û Harûn Elbak ku me diparêzin girtina bi rêya xiyanetê be.”