Li Enqerê polîsên faşîzma AKP’ê bi tundî êrîşî serokên baroyna kir

Serokên Baroyan ji bo çalakiyek mezin îro li Enqerê kom bûn. Serokên baroyan ên li dijî pergala “pir baroyan” di çalakiyê de û piştî daxuyaniya li ber Edliyê xwestin ber bi Meclîsê ve bimeşin polîsan ew asteng kirin.

Polîsan bi awayek tund êrîşî serokên baroyan kir. Dimenên ku derketî rastiya faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dide.

Serokên baroyan li dijî pêşniyar ango daxwaza “pir baroyan” a AKP’ê li Enqereyê kom bûn.

Li ser vê pêşniyarê li Meclîsê hevdîtin di navbera partiyan de tê kirin.

Serokên baroyan û parêzer ji duh ve li ber deriyê Meclîsê di çalakiyê de ne.

Serokên baroyan çûn ber Edliya Enqerê daxuyanî dan û giliyê qedexeya çalakiya xwe kirin.

Piştî daxuyaniyê serokên baroyan xwestin dîsa bimeşin ber deriyê Meclîsê.

Polîsan rêya wan birî û alozî di navbera wan de derket.

Bi hezaran parêzeran dirûşmên “çavtirsînî tune berxwedan heye”, “li dijî faşîzmê serî rake” û “Parastin bêdeng nebû û wê bêdeng nebe” gotin.

Parêzeran bendên li ber Edliyê derbas kirin.

Polîsan xwe li meşa parêzeran negirt û êrîşî wan kirin.

Polîsan rojanemger asteng kirin û destûr nedan serokên baroyan bişopînin.

Cezayê mesafeya civakî li rojnamegeran birîn.

Nûnera Arti TV a Enqerê Sîbel Hurtaş hat binçavkirin.

Hat gotin astengkirin û qedexeya çalakiya serokên baroyan li ser daxwaza Walîtiya Enqereyê pêk hatiye.

Rageşiya navbera parêzeran û polîsan demek dirêj dewam kir.

Back to top button