Efrîn..Çeteyan malên 2 malbatan ji gundê Maratê desteser kirin

Li Efrînê kiryarên hovane yên dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên didomin. Li gundê Maratê yê Efrînê çeteyan du malbat ji malan derxist. Li Ezazê jî ji bo girtina welatiyekî hevjîn û du zarokên wî revandin.

Li aliyê din, çeteyên dewlet Tirk a dagirker, ji bo çeteyên xwe lê bi cih bikin, du mal li gundê Maratê yê Efrînê desteser kirin.

Çeteyan malbata Loqman Şêxo û malbata welatiyê Ereb yê bi navê Ebo Ibrahîm yê ku beriya heft salan li gund bicih bibûn, ji malên wan derxistin.

Malpera Afrinpost ragihand ku li gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta jî, ji bo desteserkirina mala şêniyê bi navê Nuhad di navbera çeteyan de şer derket.

Di encama şer de 4 çete birîndar bûn.

Çeteyan li bajarê Ezazê malbatek tevî zarokê li dergûşê revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên hovane li herêmên din yên dagirkirî jî didomînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku li Ezazê çeteyan ji bo girtina welatiyê bi navê Ebû Hemam, hevjîna wî û her du zarokên wî revandin..

Di heman demê de jî çeteyan bi ser mala birayê Ebû Hemam de girt, dayîk û xwîşka wî jî revandin.

Back to top button