Bi diruşma ‘Bi çanda xwe em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin’
Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de mijarên jin, çand, Rêber Apo, etîk û estetîkê hatin nîqaşkirin.
Komxebat li hola meclisa herêma Firatê hate hate lidarxistin.
Endama Rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Fatima Xelîl di komxebatê axivî û got:
“Divê em xwedî li Rêber Apo derkevin, ji ber ku Rêber Apo hêz û zanabûn da jinê.
Di dirêjahiya dîrokê de jin xwedî li çanda xwe derket.”
Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî li ser etîk û estetîkê ev tişt anî ziman:
“Rêber Apo jî dibêje exlaq jî siyasete, bêyî exlaqê wê civak tune bibe.”
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.