Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li her kesî kir ku di salvegera kuştina Jîna Emînî de dakevin qadan û got: “Em qadên çalakiyê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin.”
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê salvegera yekemîn a kuştin Jîna Emînî bi bîranîn û got:
Di salvegera yekemîn de em 16’ê Îlonê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşwazî dikin ku gerdûnî bûye.
Jin li tevahiya cîhanê li dora vê dirûşmê li hev kom dibin û digihêjin hev.
Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye.”
Divê di serî de ciwan û tevahî gel li Ewropayê beşdarî pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê’ bibin.
Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinê azad bibin, bedew bibin.