Li Bexdayê êrîşeke hovane..Malbatek Kurd kuştî hat dîtin

3 kes ji malbatek Kurd li Bexdayê ji aliyê kesên ne nas ve bi hovane hatin kuştin.

Li navçeya Mensur ya Bexdayê malbatek Kurd Bav, Dayîk û kaça wan a bi navê Şîlan Dara Reûf di malê de ser jê kirî hatine dîtin.

Heya niha sedemê bûyerê nayê zanîn.

Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Tê payîn ku cenazeyê her sê kesan li bajarê Silêmaniyê yê li başûrê Kurdistanê bên veşartin.

Back to top button