Li navçeya Sirîn ya Kobanê êrîşên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Şêniyên navçeya Sirîn ya Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Dayikên Gerîla yê Kobanê û Kongra Civaka Îsalmî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniya nerazîbûn nîşan dan.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyên xelkên herêmê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Sirîn û gundewarên wê ya Kobanê meşiyan.

Şêniyan berxerdana gerîlayan silav kir û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Dayikên gerîla bêdengiya hikêmeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Daiykên Gerîla yên li Kobanê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe li dijî van êrîşan anî ziman..

Dayikan bang li dewletên Cîhanê kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin..

Her wiha bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî li hember êrîşan şermezar kir..

Kongra Civaka Îslamî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir

Kongra Civaka Îsalmî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê li ser gerîlayan şermezar kir.

Kongrê bêdengiya Cîhanê li hember êrîşan şermezar kir û da zanîn ku bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re..

Kongra Civaka Îsalmî bang li dewletên cîhanê û dewletên Misilman kir ku destwerdanê bikin û êrîşan bidin rawestandin.

Back to top button