Hêzên siyasî yên Sûriyê û nûnerên partiyan: Divê Diyalogên hundirîn ên Sûriyê berfireh bibin

Hêzên siyasî yên li Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev civiyan û îşaret bi berfirehkirina diyalogên Sûrî-Sûrî kirin.

Îro hêzên siyasî yên Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan.

Tevî nûnerên Xirstiyan, Ermen, patiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Komîteya Çavdêriya Diyaloga El-Wetenî ya partiya El-Basê beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê endamê Şepêlê Veguhartina Aştiyane ya muxalif Fatih Camûs bal kişand ser aloziya Sûriyê û qonaxa demkî ya ku Rêveberiya Xweser û Sûriyê tê re derbas dibe.

Camûs destnîşan kir ku di civînê de beşdaran bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û li dijî vê girîngiya berfirehkirina diyalogên hundirîn ên Sûriyê anîn ziman.

Endamê Şepêlê Veguhartina Aştiyane ya muxalif jî ji bo yekîtiya aliyên muxalîf misoger bibe, îşaret bi girîngiya lidarxistina civînên diyalogê kir.

Leave a Reply

Back to top button