Kobanê-Şaredariya gel dest bi dermankirina gund û bajar kiriye

Îsal gelekî germe, ji ber germahiya zêde dupişk, mar û kilmêş jî belavbûne.
Şêniyên Kobanê jî bang li şeredariya gel kirin.
Piştî gazinan, şaredarî bi banga xelkê ve hat û dest bi dermankirinê kir.

Li kobanê, nava bajar û gundan, seatên şevê erebeya dermankirinê dikeve tevgerê de.

Pêngava dermankirinê ji kaniya kurdan destpêkir, ji ber ku ew dever bi bîstanan tê naskirin.

Piştre nava bajar bi giştî hate dermankirin û daristana li rojavayî kobanê jî hate dermankirin.

Li gel wê jî şaredarî derbasî malan jî dibe û derman dike.

Li cihên pêwîst jî şaredarî derman dide, ji bo piştre şênî nava malên xwe derman bikin.

Şaredarî dibêje ew nikarin derman li gundên ku mêşên hingiv xwedî dikin bireşînin, ji ber ku zirarê dide mêşan.

Back to top button