Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin

Çalakiya Dayikên Şemiyê a ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe vê hefetyê jî rastî zext û êrişa polîsan hat
Komeleya Mafên Mirovan li gelek bajaran tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir.
Di vê çarçoveyê de li Edeneyê polîsan êriş çalakcanan kir 18 kirin binçavan û nuçegihanek birîndar bû.

Çalakiya Dayikên Şemiyê a ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe di hefteya 958’an de li qada Galatasaray a Stenbolê dewam kir.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, parlamenter û endamên partiyên demokratîk jî piştgirî dan çalakiya îro.

Dema parlamenteran ber bi qada çalakiyê ve dest bi meşê kir, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Hinek betaya bertekê biherikîne

Dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê hate protestokirin

Dayikên Şemiyê jî ji bo daxuyaniya xwe ya vê hefteyê bide ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.

Weke her hefteyê çalakvan carek din ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û dorpêçkirin.

Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê şermezar kirin.

Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin

Polîsan piştre jî destên dayikan kelemçe kirin û binçav kirin.

Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate şermezarkirin

Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir.

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û Rihayê bi mebesta piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re, daxuyanî dan.

Astengkirina Dayikên Şemiyê li Wanê jî hate şermezarkirin.

Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan dabû.

Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî were dayîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Durmaz di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da û bertek nîşan da.

Edene-Polîsan 18 çalakvan kirin binçavan

Bi heman armanê Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest daxuyaniyê bide, lê walîtiya li vir jî bi hêcetan destûr neda.

Komê ji bo şermezarkirina biryara walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Dema endamên ÎHD’ê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsên dagirker êriş kir û 18 kes kirin binçavan

Di êrişa polîsan de nûçegihan kesen ji serê xwe birîndar bû

Her wiha di dema êrişê de polîsan de nûçegihanê ajansa mezopotamyayê Yagiz Kesen serê wî li betonê ket.

Li ser vê yekê rojnamevanê birîdar bû rakirin nexweşxaneyê.

Back to top button