Dayikên Şemiyê 956 heftene aqûbeta xizmên xwe û kûjerên wan dipirsin

Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de jî ji bo aqûbeta xizmên xwe û kûjeran wan bipirsin xwestin li Qada Galatasarayê çalakî li darbixin.
Lê tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryara binpêkirinê daye, çalakî carek din hate astengkirin.
Polîsên faşîst ên tirk êrişî dayik û girseyê kir û 24 kes kirin binçavan

Dayik û mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, carek din li Qada Galatasarayê xwestin werin bahev.

Dayikên şemiyê di hefteya 956’an de bi qûrnefîlên di destê wan de ber bi qadê ve meşiyan.

16 serokên baroyê, Rêveber û endamên partiyên siyasî jî vê hefteyê tev li çalakiyê bûn.

Girseya ku li ber Baroya Stenbolê hate bahev, xwest ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşe.

Tevî biryara aym a “binpêkirinê” çalakî carek din hate astengkirin

Lê polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û destûr neda girse bimeşe.

Tevî Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryara “binpêkirinê” daye çalakî vê hefteyê jî hate astengkirin.

Pêşiya qada Galatasarayê bi bariyerên polîsan hate girtin.

Polîsan êrişî girseyê kir, rojnamevan bi erdê re kaş kir

Polîsan girseyê li ber Baroya Stenbolê ya li ser Cadeya Îstîklalê dorpêç kir û meşa wan asteng kir.

Çalakvanan bi îşaretên serkeftinê bertek nîşanî dorpêçê dan.

Polîsên ku kedkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin, rojnamevan Fatoş Erdogan derb kir û bi erdê re kaş kir.

Di çalakiyê de 24 kes hatin binçavkirin

Pişt re polîsan destê gelek kesan kelemçe kir û kirin binçavan.

Hate ragihandin di çalakiyê de 24 kes hatin binçavkirin.

Dayik û Mirovên Şemiyê li ser hesabê xwe ya twîtterê bertek nîşanî astenkirina çalakiya xwe dan û gotin:

“Hiqûq nîne, destûra bingehîn nîne, azadiya kombûnê nîne. Tundî heye, binçavkirin heye, kelemçe heye.”

Back to top button