Gerîla bi çalakiyên bi bandor rê nade dagirkeriyê

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dayî destpêkirin, çalakiyên bi bandor li dar dixin.
HPG’ê ragihadn li Zap û Metînayê 16 dagirker hatin cezakirin û derp li helîkopterek hate xistin.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dayî destpêkirin, dewam dikin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyên bi bandor bersiva êrişan dide û rê nade dagirkeriyê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG: Li Zap û Metinayê 16 dagirker hatin cezakirin, yek jî brîndar bû

Li gorî vê yekê;

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Tîmên gerîlayan 21’ê Tîrmehê bi çalakiyên cuda 5 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin.

Di van çalakiyan de 14 dagirker hatin cezakirin , û 2 çeperên dagirkeran hate rûxandin

Di heman demê de sîstema kameraya mobeseyekê, çekeke bombeavêj û kel û pelên jiyanî hatin îmhakirin.

Gerîlayên YJA Starê helîkoptera Skorsky derb kir

HPG’ê diyar kir heman rojê helîkoptera Skorsky a ku hatibû mirî û birîndarên xwe bibe, bû armanca gerîlayan YJA Starê û got:

Helîkoptera ku derb xwarî, neçar ma ji qada berxwedanê dûr bikeve.

Bi domdarî HPG’ê her wiha da zanîn tîmên YJA Starê dîsa di 21’ê Tîrmehê de bi taktîka sûîqastê li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî daran bibirin, xistin

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek birîndar bû.

Di dewamê de HPG’ê eşkere kir ku 19’ê Tîrmehê li Herêma Metînayê jî hêzên wan li barageha artêşa Tirk a dagirker a li Kanîmasiyê xist û wiha got:

Di navberek nêzîk de bi rengekî bi bandor li çeperekî hate xistin, çeper bi temamî îmha bû û du dagirkerên di nav de hatin cezakirin.

Li gorî vê di çalakiyên gerîlayan ên li Zap û Metînayê de bi giştî 17 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Arteşa Tirk 55 caran bi balafirên şer û helêkopteran qadên gerîla bombe kir

Têkildarî êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de agahî da û got:

21 û 22’ê Tîrmehê Qadên berxwedanê, 23 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrîşê

Û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

8 Leşkerên Tirk hatin kuştin ,helîkopter hat derbekirin

Back to top button