Artêşa Tirk êrîşa xwe ya dagirker a li ser Zap û Metînayê didomîne.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyan li artêşa Tirk dide.
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Helîlkoptereke Skorsky hate derbekirin.
Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan:
li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a Zapê gerîla li dijmin dide.
Gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe.
Li gorî agahiyên pêşîn herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Derbeke giran li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.