Çeteyên Tirkiyeyê Bakurê Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de gundên bakurê Minbicê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êrişî gundên Minbicê kirin.

Li gorî agahiyan Hêzên cebhit el ekrad droneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Qirt Wêran yê dikeve rojavayê bajarê Minbicê xistin xwarê.

Piştî wê jî çeteyan herêm dan ber topan.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parve kirin.

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê Minbicê topbaran kirin.”

Hate diyar kirin ku gundên Seyade, Um Edese, Dendeniyê, Eûn El-Dadat, Ereb Hesen, El-Toxar hat topbarankirin.

Lê têkîldarî ziyanan agahiyek nehate parve kirin.

Back to top button