HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Zap û Metînayê bi hevkariya PDK’ê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir.
HPG diyar kir hêzên wan bi çalakiyên xurt bersivê dide êrîşan û eşkere kir ku li herêma Avaşînê 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Têkildarî êrişên dagirkeriyê jî HPG’ê da zanîn qadên berxwedanê bi giştî 622 caran hatin bombekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişen dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Zap û Metînayê yên ku zivistanî ji ber derbên gerîlayan jê vekişiyabû dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir
HPG: Li Metînayê êrişa dagirkeriyê bi piştgiriya PDK’ê didome
HPG’ê eşkere kir ku arteşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê êrişên dagirkeriyê didomîne û wiha got:
Di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Metîna, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn ji bejahî dest bi operasyonekê kirin.
Hêzên PDK’ê ev qad kirine benda tevgerînê ya artêşa Tirk a dagirker û alîkarî da ku dagirker ji vir êrîşî hêzên me bikin.
PDK bi eşkere piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.
Li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên gerîlayan dewam dike
Li hemberî êrişan HPG’ê diyar kir hêzên gerîlayan derbên giran li dagirkeran dixin û çalakiyên wan jî dewam dikin.
Bi domdarî HPG têkildarî çalakiyên dijî arteşa Tirk a dagirker ev agahî da:
Di 19’ê û 20 Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Fm gerîlayan bi çekên giran û sûîkastê li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiya bi sûîkastê ya li dijî cîhazeke jammerê de cîhaz hate îmhakirin.
Di 21’ê Tîrmehê de jî dagirkerên ku xwestin ji Girê Şehîd Zagros a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin Girê Şehîd Şîlan, 7 caran li dagirkeran hate xistin û pêşveçûna dagirkeran hate sekinandin.
Li herêma Avaşînê 3 dagirker hatin kuştin
Li herêma Avaşînê jî di i 17’ê Tîrmehê de tîmen gerok ên gerîlayan bi çekên ferdî û giran li dagirkeran dan.
Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin.
Dagirkeran miriyên xwe bi helîkopterê ji qadê derxistin.
HPG: Dagirker dîsa bi bombeyên Taktîk Nukllerî êriş kirin
Li ser êrişên dagirkeriyê jî HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got:
11 û 12’ê Tîrmehê çeperên me yên li Zapê 4 caran bi bombeyên taktîk nukleerî hatin bombekirin.
20’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeya taktîk nukleerî hate bombekirin.
Arteşa Tirk a dagirker bi giştî 622 caran qadên gerîlayan bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker di navbera 17 û 20’ê Tîrmehê de qadên berxwedanê,
57 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrişê
û 519 caran jî bi obus, tank û çekên giran bomberan kir.