Li Lozanê konferansa mezin a Kurdistanê dest pê kir

Li bajarê Lozanê ya Swîsreyê wê konferanseke navneteweyî, pêk were.
Tê de li ser paşeroj û dema borî ya Kurdan nîqaş bên kirin.
Tevî konferansê wê îro meşeke mezin bê lidarxistin.

Konferans bi beşdariya zêdetirî 600 kesên ji Kurdistanê û derveyî welat destpêkir

Axaftina destpêkê ya Konferansê ji aliy Hevserokê KNK’ê Ehmed qeremûs de hate destpêkirin.

Di panela yekemîn de wê Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê bên nîqaşkirin.

Konferans wê îro pêk were û du rojan berdewam bike..

Di roja duyemîn a konferansê de wê du rûniştin bên lidarxistin.

Panela yekemîn bi sernavê “Rewşa jinan û têkoşîna jinê”.

Di rûniştina duyemîn de wê “rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî” bê nîqaşkirin.

Di rûniştina dawî de wê sernavê “100 sal têkoşîna li dijî encamên Peymana Lozanê” were nîqaşkirin.

Deklerasyona dawî ya konferansê wê 24’ê Tîrmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bê ragihandin.

Li dijî peyaman Lozanê wê li Lozanê meşek bê lidarxistin

Hemwextê vê konferansyê wê Kurdistaniyên li Ewropayê jî li dijî peymana Lozanê bimeşin û Mîtîngek lidar bixin.

Back to top button