Artêşa Tirk li gundên sînorî yên rojhilatê bajarê Kobanê cotkaran dike hedef.
Nahêle biçin nav zeviyên xwe yên çandiniyê jî.
Derbarê vê yekê hinek agahî ji gundê Qeremox hatine bidestxistin; li gor agahiyan :
Artêaşa Tirk gundiyan dike hedef û nahêle zeviyên xwe yên çandiniyê av bidin.
Welatiyê bi navê Ebdullah Mehmûd ê ji gundê Qeremoxê ji bo vê got:
“Artêşa Tirk ji 10 rojan ve cotkaran dike hedef û nahêle biçin nava zeviyên xwe.
Leşkerên Tirk jenartorên cotkarên bi navên Fewaz Xelîl û Îbrahîm Henîfî jî kirin hedef.”