Li Hindistanê jinan mala kesê destdirêjî li du jinan kirî şewitandin

Nerazîbûna li hemberî bûyera sosret ya li eyaleta Manîpur ya Hindistanê rû dabû ku têde 2 jin bûbûn mexdurên êrişekî hovane, her diçe mezintir dibe.
Herî dawî jinên gund mala kesê destdirêjî li du jinan kir şewitandin.

Li Hindistanê ku welatek bi gel û baweriyên cûda tê nasîn, ev 2 meh û nîvin di bin nakokî, gengeşe û şerên di navbera Hindû û Xiristiyanên li welêt de dinale.

Herî dawî dîmenên buyerek sosret derketîbû holê ku komek çete 2 jinên Xiristiyan li gundê Pechî revandin û dest dirêjî li wan kirin.

Li hemberî vê buyera hovane, bertek û nerazîbun her diçe zêdetir dibe.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya navneteweyî de hatine parvekirin, hêrsa herî mezin ji milê jinên Hindistanê ve tê nîşandan.

Jinên welêt vê hovîtiyê qebûl nekirin û ketine nava tevgerê.

Jinên li gund mala serkêşê ku koma çete di wê bûyerê de birêve dibir dan ber agir.

Li gor daxuyaniya polîsên Hindistanê ragihandine, ew kesên êrîşi herdû jinan kirine hatine girtin û lêpirsîna bûyerê jî berdewam dike.

Back to top button