Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganîstanê RAWA têkildarî kampanya KJK’ê ya ji bo jinên Afganî û Êzidî daye destpêkirin, daxuyaniyek da, ji bo dengê wan da bihîstin spasiyên xwe pêşkêşî KJK’ê kir û got:”Me ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlham girt”.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê Kampanyeke bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û di 15’ê Tebaxê de desteserkirina Talîbanê ya Afganîstanê bi dirûşma “Em ê li dijî Êrîşên Hegemon ya Mêran li Gel Jinên Afgan û Êzîdî ne” da destpêkirin.
Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA) têkildarî kampanya KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de balkişandin li ser têkoşîna hevpar û got:
Em wek RAWA li ser navê jinên bindest ên Afganistanê em deyndarê rêxistina KJK’ê ya ku di rewşeke dijwar de li cem me sekinî û dengê me da bihîstin in.
Di pêvajoya şer, sûc û êrişên ku ev zêdeyî nîv sedsal e li Afganîstanê berdewam dike, herî zêde jin bûn mexdûrên polîtîkayên emperyalîzm û bingeh diniyê îslamî.
Lê tevî van hemû êşan jî jin têkoşîna xwe bi wêrektî didomînin û dev jê bernedan.
RAWA diyar kir ku wan ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlham girt û wiha bi lêv kir:
Rêxistinên Kurd, li hemberî êrîşên herî mezin ên dijminên hundir û derve bi cesareteke pesindar têdikoşe, serkeftin û biryardariya xwe didomîne. Wezîfeya me ye ku em jinên bindest ên cîhanê li dijî emperyalîzmê û nifşên wan ên olî û bê dîn bikin yek, tenê wê demê em dikarin civakên xwe ber bi demokrasiyê ve bibin û jin ji çanda lanetkirî ya baviksalarî û zordariyê rizgar bibin.