Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Dêrik bi rêka dîmen tevlî platforma çalakiyên hevpar ên jinên li Elmanyayê bû.
Di bin çavdêrî û organîzasyona jinên Kurd û Elman de, jinan li Elmanyayê bi beşdarbûna gelek jinên ku ji welatên cuda yên cîhanê re platformeke hevpar a çalakiyan li dar xistin.
Di platforma hevpar de têkoşîna jinan a 11 salan a li hemberî her cure neheqî û çewisandinê tê meşandin, hate nîqaşkirin.
Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik jî bi riya dîmen tevlî platformê bû.
Sozdar Dêrik: YPJ’ê bû dengê hemû jinên Cîhanê
Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik di destpêka axaftina xwe de xebatên jinan ên ji bo lidarxistina vê platforma hevpar a ku dengê hemû jinan di nava xwe de dihewîne pîroz kir.
Sozdar bal kişand ser fedekariya YPJ’ê a di nava refên şoreşa jinê de û got:
Hêzên YPJ’ê bûne dengê hemû jinên ku rastî neheqî, çewisandin, kuştin û îşkenceyê hatine.
Têkoşîna me bû tolhildana hemû jinên weke tevgera jinan a li dijî rejîma baviksalar dike ye.
https://youtu.be/CyNHH05Fwg0



