RAYEDARÊN IRANÊ SERDANA KERKÛKÊ KIRIN

Fermandarekî leşkerî ya Pasdarên Îranê û nûnerê Taybet ê Rêberê Olî Elî Xameneyî bi awayekî veşartî serdana Kerkûkê kirin û bi Turkmen û Erebên Şîî re civiyan.

Ajansa Roj Newsê ragihand ku Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Mucteba Husênî û Fermandarê leşkerî yê Pasdarên Îranê Elî Îqbal-pur û Qasim Sileymanî bi awayekî veşartî serdana Kerkûkê kirin.

Rayedarên Îranê serdana gundê Beşîriyê yê Turkmenan, bajaroka Xusîniyê ya ser bi navçeya Daquq a Kerkûkê, Xurmatû û bajaroka Amirlî kirin.

Li gorî heman çavkaniyê jî nûnerê Xameneyî Ayetullah Mucteba Husênî li zankoya Kerkûkê semînerek li ser bihevre jiyankirina gelên Kerkûkê daye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên Heşdî Şebî jî amadekarî ji bo vê serdanê kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button