QSD’ê li Başûrê Hesekê şaneyeke DAIŞ’ê bêbandor kir

QSD’ê ragihand ku hêzên wan şaneyeke terorîst a çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Deşîşe yê başûrê Hesekê bê bandor kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Deşîşe yê bajarê Şedadê operasyonek pêk anî.

QSD’ê diyar kir ku wan 2 çete girtine û çeteyekî din gule li wan barandiye, lê di encama berisvandina hêzê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de QSD’ê dazanîn ku şaneya ku hatiye girtin çeteyan li sînorê Iraqê û deverên di bin dagirkeriya tirkiyê de ne derbasî heremê dikirin, da ku ewlehiya heremê têk bibin.

QSD’ê destnîşan kir ku ew ê xebatên têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bidomîne.

Back to top button