Iraqê, bang li civaka navnetewî kir ku malbatên DAÎŞ’î yên welatiyên wanin û li Kampa Holê dimînin, bişînin welatên wan û got “ku kamp bûye çavkaniya terorîzmê.”
Li paytext Bexdayê, konferansek li ser Kampa Holê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hat lidarxistin.
Rayedarên Iraqî, Nûnerê NY ya Iraqê, hinek endamên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê, û sefîrên gelek welatan tevlî konferansê bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan ya dewletê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sahhaf di konferansê de gotiye:
“Çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê, ji bo Iraqê bûye berjewendiya herî giring ya neteweyî.
Divê welatên ewropî di demeke kin de welatiyên xwe yê di kampê de bigrin û ev kamp bê girtin.
Ji ber ku kamp bûye baregeheke navendî ya xeternak. 8 hezar jin û zarokên biyanî yên DAIŞ’ê bûne xeteriya herî mezin.”
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Eracî dazanîn ku Iraqê di nava hefteyekê de 5 hezar û 569 welatiyên xwe ji Kampa Holê derxistine.
Li Iraqê têkildarî kampa Holê civîneke navneteweyî dê were lidarxistin