HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku li herêma Zapê di 4’ê Tebaxê de hêzên wan li dijî dagirkeran gelek çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya de hate diyar kirin ku gêrîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî darbên giran li dagirkeran dan û di encamê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Her wiha gelek çeperên dagirkeran jî hatin ruxandin.

HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî ev agahî parve kir:

Di 4’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên gêrîla bi giştî 5 caran bi balefirên şer hate bombekirin.

Bi heman awayî herêmên Zap û Metînayê gelek caran hatin bombekirin.”

Sê dagirker li Girê Cûdî hatin kuştin

Back to top button