Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk de, Hevşaredara Navçeya Hezo ya Êlihê Nazîme Avci hat binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk vê sibehê, bi ser mala Hevşaredara Navçeya Hezo ya Êlihê Nazîme Avci de girt û wê biçav kir.
Duh li Amedê jî polîsan bi ser mala rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan û rêveberê Mebya-Der’ê Mehmet Nûr Savaş de girtin, lê ji ber Orhan û Savaş ne li malên xwe bûn, nehatin girtin.