Zozan Çewlik: Zîlan pêşî li êrîşên tunekirina gelê Kurd û Rêber Apo girt

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî pêşî li êrîşên tunekirina gelê Kurd, Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê girt.

Zozan Çewlik bibîrxist ku di vê demê de jî êrişên bi heman rengî hene, lewma divê gelê Kurd xwedî li mîrateya berxwedanê ya Zîlanan derkevin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û têkildarî çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan nirxandin kir.

Zozan Çewlik destnîşan kir ku Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996’an çalakiya fedayî kir, pêşî li êrîşên tunekirina gelê Kurd, Rêber Abdullah Ocalan û partiya Karkerên Kurdistanê girt.

Zozan bi bîr xist ku beriya çalakiya Zîlan 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêberê Abdullah Ocalan êrîşeke sûîqestê hate kirin û wiha dewam kir:

“Hêzên navneteweyî PKK û gelê Kurd ji xwe re weke metirsî didîtin û dixwestin ji holê rakin.

Hevala Zîlan bi vê hesiya û seknek nîşan da û bi vê çalakiyê mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist.

Çalakiya hevala Zîlan di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya jinê de pêvajoyeke nû da destpêkirin.”

Zozan Çewlik anî ziman ku Zîlan li dijî metirsiya li ser rêbertî û gelê Kurd xwe kir mertal û planên hêzên navneteweyî yên li dijî PKK, Rêber Ocalan û gelê Kurd pûç kir.

Zozan Çewlik: Divê em xwedî li mîrateya berwedanê ya Zîlanan derkevin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ku anî ziman ku di vê demê de jî êrişên bi heman rengî hene û got.

“Di vê demê de jî em bi ruhê Apoyî û mîrateya kevneşopiya berxwedanê ya Zîlanan têbikoşin.

Îro bi fikirê Rêber Apo û pêşengiya hevala Zîlan dîroka azadiyê ji nû ve tê nivîsandin.

Divê her kes xwedî li mîrateya berxwedanê ya Zîlanan derkevin, xwedîderketina li qadên gerîla xwedîderketina li Kurdîtiyê ye.”

Back to top button