Çeteyên DAIŞ’ê li Himûsê 2 leşkerên hikûmeta Şamê kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Himûsê li herêmaWadî El-Ebiyed ya li dijî hêzên hikûmeta Şamê êrîşek pêk anî. Di encam de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma navborî li dijî hêzên hikûmeta şamê kemîn danîn, di encama kemînê de 2 kesên ku hatin kuştin 7 kes jî ji heman hêzê birîndar bûn.

Her wiha çavdêriya Mafên Mirovan-SHOR’ê ragihand ku piştî bûyerê balafirên şerê yên Rûsî zêdeyî 40 êrîşên ezamî li deverên cûr bi cûr ên Humsê pêk anî.

SHOR bi bîr xist ku ji 2019 ‘an de ta 2021 ê 1481 leşker û alîgirên hikûmeta Şamê bi rêbazê kemênê ve hatine kuştin.

Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê dewleta Tirk deverên Foca 46, Mîznar, Kefer Heleb û gundên Helebê topbaran kir.

Çavdêriyê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê herêmên mîna Tiqad, Bilinta, Hebata, Bahfîs, Kefer Ema û hin herêmên li rojavayê Helebê topbaran kirin.

Her wiha eniyên şer ên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê jî hatin hedef girtin.

Li gorî çavdêriyê, li eniya Kefir Nibul a başûrê Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleya çeteyan hate kuştin.

Di encama şer de tevgera çûn û hatinê li ser riya navnetewî a Seraqibê hate rawestan.

Back to top button