Bi Dîmen…Artêşa Tirk navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û 2 zarok hatin birîndarkirin

Artêşa Tirk navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û 2 zarok hatin birîndarkirin.

Artêşê îro vê sibehê bi awayekî bê serûber malên sivîlan kir armanc û navenda navçeyê topbaran kir.

Di encamê de, 2 zarok hatin birîndarkirin.

Duh dîsa hêzên dagirker gundên Minbicê û yên Babê jî kirin armanc.

Di saetên şeva borî de, piştî gundê Toxar ê Minbicê, artêşa dagirker gundên Hûtê û Cebla Hemara yên rojavayê Babê jî dan ber topan.

Her wekî, çeteyên dagirker ên li gundê Bîr Temah ê Girê Spî, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Sarûnc dimînin, gulebaran kir û bi giranî ew birîndar kir.

Artêşa dagirker her wiha gundê Seyda yê bakur-rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.

Back to top button