Li gel qedexeya derketinê jî, careke din kolanên Iraqê radibin ser pêyan û vê carê di navbera alîgirên Şepêla Sedir û xwepêşanderan de, pevçûn derket.
Di xwepêşandaneke mezin li bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqar de, pevçûn di navbera alîgirên Şepêla Sedir û xwepêşanderên “Cotmehê” de derket.
Li gorî agahiyan, pevçûn bi çek, dar û keviran çêbû û di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û zêdeyî 50 kesî birîndar bûn.