Amerîka cezayên nû li ser kesayet û endamên ku destekê didin serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed sepand.
Îro Amerîka cezayên nû li ser berpirs, rêxistin û kesayetên ku piştgiriyê didin Beşar El-Esed ferz kirin.
Lêkêleka wê washington hewldanên xwe yên birîna pereyan li ser hikûmeta El-Esed jî dewam dike.
Di nava rêxistinên cezakirî de wezareta petrol û xêrûbêran a Sûrî heye.
Amerîka bi van guvaşan hewl dide ku hikûmeta El-Esed vegere danûstandinên ku Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê bi rê ve dibe.
Wezareta xezîneyê ya Amerîkî bi daxuyaniyekî da zanîn ku wê ceza li ser efser û endamên parlementoya Sûrî ferz kirin.
Her wiha kesayetên ku hewl didin bi rêya geşkirina rewşa petrolê li Sûriyê jî, hatin cezakirin.