Trump, Mark Esper ji erka wî dûr xist

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Wezîrê Parastinê Mark Esper ji peywirê wî dûr xist û rêvebirê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê, Christopher Miller, li şûna wî wezîfedar kir.

Trump bi tiwîtekê ragihand ku Kirîstof Mîller ji aliyê meclisa rûspiyan ve hat erêkirin û bi wezîdarkirina wî ez kêfxweş im û wiha dewam kir;

Kirîstof wê karekî baş bike, Mark Esper peywirên wî bi dawî bûn, ez li ser karê ku kiriye, wî spas dikim.

Dezgehên ragihandinê yên Amerîkî ragihandin ku Mark Esper istîfaya xwe ji piştî ku Trum di hilbijartinan de bi bin ket ji rêveberiya Joe Biden re amade kiribû.

Di meha Hezîranê de Trum xwest ku peymana isyanê li dijî xwepêşanderan pêk bîne, lê belê Esper li dijî wî derket.

Ji wê de Trump ji wezîrê parastinê bi hêrs bûye.

Hemwextî istîfakirina Esper, hêjî Trum derbarê encamên hilbijartinan de bi guman e û bi binkeftina xwe mukur nayê.

Mark Esper wezîrê parastinê yê duyemîn piştî yê berê Jams Matîs tê istîfakirin.

Back to top button