Ji bo nîqaşkirina rûdanên dawî yên li Deryaya Spî îro Qibris, Yûnanistan û Îsraîl li paytexta Qibrisê dicivin. Weke gaveke din a arandinê, dewleta Tirk careke din dema keştiya xwe dirêj kir û diyar kir ew nema ji bo danûstandinan tawîzan dide.
Wezîrên Parastinê yên Îsraîl, Qibris û Yûnanistanê ji bo Rojhilatê Deryaya Spî li Nîqosyaya paytext dicivin.
Di civînê de, wê rûdanên dawîn li rojhilatê deryayê û xurtkirina hevkariya sêalî li ser maseyê bin.
Ev yek jî li gel serdana Misir bo Yûnanistanê pêk tê.
El-Sîsî: Li dijî hemû gefan em li kêleka Yûnanistanê ne
Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî duh serdana Atînayê kir û bi hempîşeyê xwe yê Yûnanî re re civiya.
Herdu aliyan bal kişand li ser girîngiya peymana destnîşankirina sînorên deryayî yên navbera Misir û Yûnanistanê.
Sîsî jî soz da ku ew ê li dijî çi gef û metirsiyekê li Deryaya Spî li kêleka Yûnanistanê bin.
Li deryayê jî, Desthilatên Tirkî duh agahdariyek deryayî nû da, ku ew ê karê keştiya Oruç Reis heya 23ê Mijdarê dirêj bikin.
Weke her car Atîna li dijî vê biryarê derket û banga vekişîna keştiyê kir.
Biryar bû 22 Cotmehê keştî karê xwe bi dawî bike, lê Tirkiyê ev çend car in dema lêgerîna wê dirêj dike.
Erdogan çareseriyê red dike û dibêje ew nema tawîzan didin
Di heman demê de jî, serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh çareserkirina aloziya rojhilatê Deryaya Spî bi gotina “ew ê nema tawîzan bo Yûnanistan û Qibrisê bidin” ve girêda.
Yûnanistanê jî Yekşemê gotibû heya Enqere keştiyên xwe venekişîne, ew ê ti danûstandinan nekin.
Hefteya borî jî YE cezayên li ser Tirkiyê heta saleke din dirêj kir û samanên kesên tiliya wan di lêgerîna gazê de heye, cemidandin.