Li nexweşxaneya Dêrikê stasyona çêkirina oksijînê hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyona çêkirina oksîjenê li nexweşxaneya Dêrikê vekir.

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo Rojîn Ehmed diyar kir ku ev stasyon ji ber zêdebûna rewsên pêketiyên coronayê û tunebûn û bihabûna cereyên oksîjenê hat vekirin.

Rojîn Ehmed destnîşan kir ku rojane 85 cereyên oksîjenê ji bo pêdiviya nexweşxaneya taybet a vîrûsê tên tijîkirin.

Rojîn piştrast kir ku ji bilî vê stasyonê, li Hesekê û Qamişlo jî stasyon hatine vekirin.

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Qamişlo di dawiyê de, teqez kir ku Rêveberiya Xweser tevahî derfetên xwe xistiye xizmeta nexweşxaneyan, da pêşî li belavbûna vîrûsê bigire.

Back to top button