PDK cil û bergên kevin li malbatên şehîdan ên pêşmergeyan belav kir

“Pêşmerge bi xwîna xwe, xaka Başûrê Kurdistanê parastiye.” Ev axaftinên rojane yên berpirsên PDK’ê ne, lê tevî vê yekê jî PDK’ê duh bêrêziyeke herî mezin li malbatên şehîdên yên Başûrê Kurdistanê yên di şerê DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, kir. PDK’ê li şûna mûçeyên wan bide wan, cil û bergên kevin li malbatên şehîdan belav kir.

Ev axaftinên rojane yên berpirsên PDK’ê ji bo xelkên Başûrê Kurdistanê ne..

Ev jî nerazîbûnên beşekî malbatên şehîdên pêşmergeyên ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, ne.

Malbat dibêjin, PDK bêrêzî li wan û şehîdên wan dike.

PDK, li nexweşxaneya pêşmergeyan a Hewlêrê, ji malbatên şehîdan xwest ku werin mûçeyên xwe wergirin.

Lê dema malbatên şehîdan diçin, di bin navê alîkariyê de, cil û bergên kivin li wan tên biparvekirin.

Li dijî vê bêrêziyê, malbatên şehîdan nerazîbûn nîşan da û cil û bergên ku li wan hatibûn belavkirin, li ber nexweşxaneyê komî ser hev kirin û agir berdanê.

Paşê, malbatên şehîdan bi tundî ev nêzîkatiya PDK’ê şermezar kir.

Dahateke zêde ya petrolê li Başûrê Kurdistanê heye, lê tevî vê jî, ji çend mehan carekê, mûçeyan dide.

PDK vê dahatê tenê ji bo berjewediyên binemaliya xwe bi kar tîne.

Hat ragihandin ku PDK ne tenê li Hewlêrê, li navçeya Rewandiz, Soran û gelek herêmên din jî bi heman awayî cil û bergên kevin li malbatên şehîdan belav kiriye.

Back to top button