Trump: Wê bi riya raporekî zelal koka Coronayê eşkere bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wê bi riya raporekê koka vîrûsa Coronayê eşkere bike.

Îro Donald Trump li Koşka Spî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku ew ê di demeke guncaw de wê bi riya raporekî zelal wê koka Coronayê eşkere bike.

Trump roja pêncşemê bi zimanekî tund Çînê rexne kiribû û ew tewambar kir civaka navdelwetî derbarê destpêka derketina vîrusê xapand.

Her wiha diyar kir ku wî delîl, dîtine îsbat dikin ku vîrûsa Corona ji labratwareke li bajarê Wuhanê yê Çînê derketiye.

Lê belê îstîxbarata Ameîkî bixwe û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî piştrast dikin ku ev vîrus bi eslê xwezayî ye.

Back to top button