Li Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê şerek rû da

Di pevçûnekê li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê de fermandarek û 2 pasdarên Îranê hatine kuştin.

Li gorî Malpera Mafên Mirovan a Hengawê, li navçeya Dîwandere ya girêdayî parêzgeha Sine li ser çiyayê Çilçemeyê di navbera hêzeke Kurdî û supayê pasdarên Îranê de pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de fermandarek û 2 pasdar hatin kuştin û 5 pasdar jî birîndar bûn.

Ragihandina Feyleqa Hemze ya Supayê Pasdaran ji aliyê xwe ve, ew şer piştrast kir û têkildarî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fermandarê bi navê Şekîba Selîmî û du endamên supayê pasdaran ên bi navê Cefer Nîzampur û Mihemed Şekirî hatine kuştin, 5 pasdar jî birîndar bûne.

Heta niha ti aliyeke Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek nedaye.

Back to top button