PYD: Newroz li dijî zilm û mêtingeriyê roja berxwedan û azadiyê ye

Meclisa giştî ya PYD’ê û Koordînasyona Kongra Star, bi peyamên cuda Newroz li gelê Kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kirin. Di peyaman de hat gotin: Newroz berxwedana li dijî zilm û mêtingeriyê ye û bang hat kirin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya gelê Kurd, Rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Newrozê peyamek da.

PYD’ê di peyama xwe de balkişand ser girîngiya newrozê û wateya wê ya li dijî zilmê û got,

Newroz sembola berxwedanê a li dijî koladariyê ye.

PYD’ê di peyama xwe de da zanîn Newroz di dilê hêzên mêtinkar û zalim de bûye rojek tirsê û wiha dewam kir:

“Gelê Kurd li çar parçeyan di roja Newrozê de bi xwîna bi sedan zarokên xwe, dilsoziya xwe ya ji bo azadiya welatê xwe nîşan da.”

Meclisa Giştî ya PYD di dawiya peyama xwe de Newroza 2022 li gelên li Kurdistanê pîroz kir û ev yek got:

“Em ê li ser nêzîkatiyên şehîdên xwe û daxwazên gelê xwe heta ku bibin rastî, lê xwedî derkevin û soza me daye pêk bînin.”

Kongra Star: Divê Newroza 2022 bibe newroza azadiya Rêber Apo

Her wiha Koordînasyona Kongra Star jî bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da.

Koordînasyonê Cejna Newrozê li rêber Ocalan, tevahî gelê Kurdistan û gelê herêmê, malbata şehîdan, gelên azadîxwaz, şervanên YPG-YPJ, QSD û Hêzên Asayîşê pîroz kir.

Kongra Star di şexsê şehîd Mazlûm Doxan, Rehşan û Sosin de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got,

Divê em li ser rêgezê xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş li hember hemû komplayan li ber xwe bidin û Newroza 2022’an bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.”

Koordînasyona Kongra Strar di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk dubare kir..

Back to top button