Ebdul Hemîd El-Debîba: Debîba hikumeta xwe ya nû pêşkêşî parlamenê dike

Beriya lidarxistina civîna Parlamena Lîbî ya ji bo dayîna baweriyê bo hikumeta nû, duh Serokwezîrê erkdarkirî Ebdul Hemîd El-Debîba, hikumeta xwe pêşkêşî Parlamenê kir.
Li aliyekî din, Wezareta Derve ya Tirkiye, hewldanên pişkinîna 2 keştiyên xwe yên bi gumana veguhastina çekan bo Lîbyayê, red kir.

Serokwezîrê Lîbya yê erkdarkirî Ebdul Hemîd El-Debîba hikumeta xwe ya nû arasteyî serokatiya Parlamenê kir.

Navenda ragihandinê ya serokwezîrtiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Debîba, hikumeta xwe tevî navên ji bo wezatetan pêşniyarkirî, ji bo dengdana roja 8’ê Adarê, pêşkêşî Parlamenê kir.

27’ê Sibarê, serokê Parlamena Lîbyayê Uqeyle Salih, ji bo dayîna baweriyê bo hikumeta Debîba, roja 8’ê Adarê ji bo civîna Parlamenê destnîşan kiribû.

Şandeya NY bo Lîbyayê piştiriya xwe bo lidarxstina civînê li bajarê Sirtê ragihand, lê gelek dengên cuda daxwaza veguhastina wê bo cihekî bê alî kir.

Eger hikumeta Debîba ya demkî bi ser ket, ew ê 24 Kanûna 2021 hilbijartinên serokatî û Parlamenî pêk bîne.

Tirkiye pişkinîna 2 keştiyên xwe yên bi guman red dike

Tevî van hewldanên çareseriyêm hîna dewleta Tirk çek û çeteyên rê dike Lîbyayê.

Wezareta Derve ya Tirkiye, careke din hewldanên pişkinîna 2 keştiyên xwe yên bazirganî, ku guman heye ew çek û cebilxaneyan vedughêzin Lîbyayê, red kir.

Mijdara sala borî jî dewleta Tirk operasyoneke pişkinîna keştiyeke xwe ji aliyê hêzên deryayî yên Almanyayê red kiribû.

Fermandarê operasyona IRINI Admiral Fabio Agostini eşkere kir ku Sibata borî agahiyên binpêkirinên cuda yên çekan ji aliyê hikumeta Wîfaqê, her wiha bi rêya asmanî, gihîştin wan.

Agostini 20 rapor ji NY û komîteya şarezayan re, derbarê çalakiyên derqanûnî yên gengaz li Lîbyayê, şandin û destnîşan kir ku binpêkirina çekan ji aliyê Wîfaqê ve berdewam e û divê çavdêrî were xurtkirin.

Şandeya IRINI Nîsana 2020’an ji aliyê YE ve, bi armanca pêkanîna aramîyê li Lîbyayê û destekdayîna pêvajoya siyasî, hat avakirin.

Back to top button